Medyayên Tirkiyeyê zanyarên nû li ser pêvajoya çekdanîna PKKê parve dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Tirkiyeyê parve kiriye ku, Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyeyê bi Hikûmeta Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re mijûlî bicihanîna pêvajoya çekdanîna PKKê ye û ew pêvajo dê heta serê Îlonê berdewam be.

"Tirkiye bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ji bo çekdanîna PKKê li ser karên xwe berdewam e", ev nûtirîn manşeta Rojnameya “Tirkiye”yê ya nêzî desthilatê ye, li ser qonaxa piştî kongreya 12ê û xwehilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). 

Li gorî wê rojnameyê, Dezgeha Hewlagiriya Tirkiyeyê (MIT) bi hevparî bi Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re mijûlî danana mekanîzmekê ye, ji bo wergirtina çekên PKKê û di vê mijarê de pêşketinên girîng bi aliyan re hatine bidestxistin.

Wê rojnameyê amaje jî daye, “Di wê pêvajoyê de ku artêşa Tirkiyê jî tê de ye, karûbar bi hevahengiya desthilatdarên Bexda, Hewler û Silêmaniyê tên kirin.” Behsa wê yekê jî hatiye kirin ku, qonaxa bê ya piştî çekdanînê dê pêngava demokrasîkirinê be.

Rojnameyê Tirkiyeyê eşkere jî kiriye ku, pêvajoya çekdanîna PKKê li serê meha Îlonê temam dibe. Wesa jî bi awayekî hevaheng bi pêşniyara Serokê MHPê Devlet Bahçeli ji bo damezrandina komîsyonekê li parlementoya Tirkiyeyê, biryar e di gera nû ya Parlementoyê de li roja 1ê Cotmehê gavên qanûnî li ser wê pêvajoyê bên destpêkirin.

Her wê çavkaniyê ragehandiye ku, ew komîsyon li ser gelek mijaran dixebite, yek ji wan jî gavên ku divê ji bo demokratîkirinê bên avêtin, herwesa têkilkirina endamên PKKê, yên ku dest di çi tawanan de ne, di nav civakê de.

Herwesa wê rojnameyê li ser çarenivîsa YPGê jî, ku Tirkiye wê wekî tayekî PKKê dibîne, ragehand ku, pêvajoyek bi hevahengî bi Şamê re tê meşandin. Tirkiye ji nêz ve çavdêriya bicihanîna wan biryaran dike yên ku pêştir ji hêla birêveberiya Şamê ve hatine dan, da ku piştrast bibe ku YPG çekên xwe dadine û tevlî artêşa Sûriyeyê dibe.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyeyê (Anadolu) jî ragihand ku, Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê (MIT) Îbrahîm Kalin serdana Sûriyeyê kir û bi berpirsên bilind ên wî welatî re danûstandin li ser mekanîzma çekdanîna PKK û YPGê û têkilbûna wan di nav Hikûmeta Sûriyeyê ya nû de, wekî komên din, kirine.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment