PSG bi serkeftineke dîrokî Inter Milan têk bir û Kûpaya Şampiyonan hilgirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Fransî Parîs Saint-Germain (PSG) şeva borî, di fînala Lîga Şampiyonan a Ewropayê de, bi encameke mezin li hemberî tîma Îtalî Inter Milan bi ser ket û cara yekem di dîroka xwe de bû şampiyona Ewropayê.

Di fînala Lîga Şampiyonan a Ewropayê de, şeva borî PSG û Inter Milan li li Stadyûma "Allianz Arena" a Munchenê rûbirûyî hevdu bûn û PSG bi encama (5 - 0) bi ser ket.

Golên PSGê ji aliyê  Achraf Hakimi (xuleka 12), Desire Doue du gol (xuleka 20 û 63), Khvicha Kvaratskhelia (deqîqe 73) û Senny Mayulu  (xuleka 87) ve hatin tomarkirin. Bi vê serkeftinê, dêwê Fransî 70emîn Kûpaya Kûpaya Şampiyonan rakir.

Parîs Saint-Germain bi vê şampiyoniyê heyfa têkçûna xwe ya li hember Bayern Munchenê di fînala Lîga Şampiyonan a sala 2020an de (0 - 1) hilda. Herwiha, PSG piştî Olîmpîk Marsîlya, ku di sala 1993an de bûbû şampiyon, bû duyemîn tîma Fransî ku vê kûpaya bi prestîj bidest dixe.

Rahênerê Spanî yê PSGê Luis Enrique, jî bi vê serkeftinê cara duyemîn di karîyera xwe ya rahêneriyê de Kûpaya Şampiyonan rakir. Wî 10 sal berê ligel tîma Barselonaya Spanî ev sernav bi dest xistibû, dema ku wan di fînalê de Juventus a Îtalî 3-1 li Berlînê têk biribû.

Li aliyê din, Inter Milan firsenda ku cara çaremîn di dîroka xwe de bibe şampiyonê Ewropayê ji dest da. Inter berê di salên 1964, 1965 û 2010an de sê caran ev kûpa bidest xistibû. Ev têkçûn herwiha bû çaremîn fînala ku dêwê Îtalî tê de winda dike, piştî salên 1967, 1972 û 2023an.