Desteya Geştûguzariyê: Pêşbîniya hatina zêdetirî 300 hezar geştiyaran bo Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ragihand, ew pêşbînî dikin di rojên Cejna Qurbanê de zêdetirî 300 hezar geştyar serdana bajarên Herêma Kurdistanê bikin.
Îbrahîm Ebdulmecîd îro 3ê Hezîrana 2025an, di daxuyaniyekê de ji malpera K24 re got: "Ji bo pêşwazîkirina geştyaran li cihên geştyarî di rojên Cejna Qurbanê de, amadekariyên me yên tam hene."
Berdevkê Desteya Geştûguzariyê diyar kir, amadekarî li ser du astan tên kirin: Asta sektora hikûmetê û asta sektora taybet. Derbarê asta hikûmetê de, wî got: "Mebesta me ew hemahengiya ku di navbera saziyên hikûmî yên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê de heye, bi taybetî ewlehiya xalên kontrolê ku ji bo geştyaran di dema hatina wan a Herêma Kurdistanê de gelek hêsankariyan dikin."
Ebdulmecîd herwiha da zanîn: "Gelek komîte jî bi erk û berpirsiyariyên cuda li ser asta rêveberiyên me yên giştî hatine avakirin ku ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin. Di heman demê de, heşt hejmarên telefonê li ser asta çar parêzgehan û çar rêveberiyên serbixwe wek xetên germ hatine dabînkirin, da ku di rewşên nexwestî de geştyar bikaribin pêwendiyê bikin."
Derbarê amadekariyên sektora taybet de jî, Îbrahîm Ebdulmecîd amaje bi wê yekê kir ku heVahengiyeke tam bi xwaringeh, otêl û hemû navendên geştyariyê re heye û ew hatine raspardin ku di rojên betlaneyê û Cejna Qurbanê de vekirî bin, da ku geştyar sûdê ji xizmetguzariyan werbigirin.
Di dawiyê de, Berdevkê Desteya Geştûguzariyê tekez kir: "Em pêşbînî dikin ku ji bo 10 rojên betlaneya Cejna Qurbanê, zêdetirî 300 hezar geştyar serdana bajarên Herêma Kurdistanê bikin."