Mesrûr Barzanî serexweşiyê li kesûkar û hevalên hunermend Qerenî Cemîl dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo wexera dawiyê ya hunermendê şêwekar Qerenî Cemîl ji binemal û kesûkarên wî re diyar dike û dibêje, “Windakirina hunermend Qerenî Cemîl ji bo hunera şêwekariyê zirareke mezin e.”
Ev jî tekista wê behînameyê ye:
Ez bi germî serexweşiyê li binemal û kesûkar û hevalên hunermendê şêwekar ê navdar ê Kurdistanê Qerenî Cemîl dikim û ez hevparê xema wan im.
Seydayê Qerenî Cemîl şêwekarekî dahêner û xwedî ezmûn ê Kurdistanê bû. Windakirina wî ji bo hunera şêwekarî ya Kurdî zirareke mezin e. Xudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide binemal, kesûkar, heval û nasên wî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê