Gomirka Herêma Kurdistanê: Desteya Deriyên Iraqê bo gendeliyê hatiye damezrandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Giştî ya Gomirkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê dide û amajeyê dide, “Ev deste neqanûnî ye û tenê ji bo gendeliyê hatiye damezrandin.”
Birêveberiya Giştî ya Gomirkê ya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 04 Hezîrana 2025ê) di ragihandinekê de amaje da ku, xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî qanûnî karê xwe dikin.
Birêveberiya navbirî tekez jî kir, "Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina deriyên sînorî xwedî sîstemeke şefaf û modern e, ku dahatan bi awayekî qanûnî kom dike. Berevajî Iraqê, ku sîstema deriyên sînorî bi birêvebirina xirab tê nasîn."
Li gorî ronkirina Birêveberiya Giştî ya Gomirkê ya Herêma Kurdistanê, "Êrîşa Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê li ser Herêma Kurdistanê mijareke siyasî ye û ji bo veşartina rastiyan e."
Wê çavkaniya di dawiya ronkirina xwe de tekez jî kiriye, “Gendelî li dezgehên federal gihîştiye asteke xeternak û êrîşa li ser Kurdistanê parek ji bizavên wan e, ku balê ji ser têkçûna birêvebirina xwe dûr bixin.