Pakêta 10emîn a Dadweriyê hat pejirandin: Bendewarî û nerazîbûna aliyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Pakêta Dehemîn a Dadweriyê, ku ji bo guhertina Yasaya Cezakirinê û heşt yasayên din ji aliyê Fraksiyona AK Partiyê ve pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatibû kirin, îro li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pejirandin. Tê payîn ku bi vê pakêtê re derî li ber berdana 19 hezar û 800 girtiyan vebe, ku beşek ji wan girtiyên nexweş û kal in. Lêbelê, piştî pejirandinê, aliyên siyasî nerazîbûnên xwe yên tund nîşan dan û ragihandin ku pakêt bersivê nade bendewariyên wan, bi taybetî ji bo girtiyên siyasî.
Nerazîbûn ji aliyên siyasî
Aliyên dijber û rêxistinên civaka sivîl diyar dikin ku pakêt kêmasiyên mezin dihewîne û bendewariyên bi hezaran malbatên girtiyan bêbersiv hiştine, nemaze derbarê girtiyên siyasî de ti gav nehatiye avêtin.
Parlamenterê DEM Partiyê Elî Bozan derbarê pakêtê de wiha got: "Hûn ê çawa mafê vî gelî bidin? Ev çend meh in we hêvî xistiye dilê bi hezaran malbatên girtiyan, lê we ew bêhêvî kirin. Ev pakêta dadweriyê, ne li gorî hêvî û bendewariyên gel bû."
Ji aliyê xwe ve, Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Yasîn Ozturk jî rexneyên tund li pakêtê girtin û got: "Ev pakêt, wekî 9 pakêtên berê, hêviyên bi deh hezaran kes şikandin û zerareke mezin da baweriya bi desthilata dadweriyê. Dibe ku navê wê Pakêta Dadweriyê ya Dehemîn be, lê di çavê gel de ev pakêt tenê wek bêhêvîbûna dehemîn tê bîranîn. Mixabin bi gotinên mezin dest pê kir û bi bêhêvîbûneke mezin bi dawî bû."
Herwiha Parlamenterê Partiya Paşerojê (Gelecek Partisi) Îsa Mesîh Macît jî anî ziman ku Tirkiye pêwîstî bi pakêteke dadweriyê ya rastîn heye û got: "Mixabin heta derengiya şevê em li parlamentoyê bi pakêta dadweriyê mijûl bûn, lê me dadwerî tê de nedît. Desthilat û Wezîrê Dadê bi xwe, ji bo gel bendewarî û hêviyên mezin çêkirin. Gel li bendê bû ku cejna wan bibe du cejn, lê wan cejn li welatiyan kir jehr. Tirkiye pêwîstî bi pakêteke dadweriyê ya rastîn heye."
“Naveroka pakêtê û kêmasiyên wê”
Bi pejirandina vê pakêtê re, derfeta berdana 19 hezar û 800 girtiyan çêdibe, ku di nav wan de girtiyên nexweş û kal jî hene. Herwiha, cezayên hin sûcan hatin girankirin.
Yek ji daxwazên sereke yên DEM Partiyê ji bo pêvajoya çareseriyê, pakêteke yasayî bû ji bo berdana beşek ji girtiyan. Lê belê, di vê pakêtê de ti maddeyek derbarê girtiyên siyasî û kesên nexweş ên ku bi cezayê hetahetayî yê girankirî hatine mehkûmkirin û DEM Partî daxwaza berdana wan dikir, cih negirt. Ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin di nava raya giştî û malbatên girtiyan de.