Li Tirkiyeyê berdana girtiyan dest pê kir, lê girtiyên siyasî ji pakêtê bêpar mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku guhertinên nû yên di qanûna cezayan de li Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê hatin weşandin, îro dest bi berdana girtiyan hat kirin.
Di çarçoveya vê biryarê de, karwana yekem a girtiyên ku 75 roj ji cezayê wan mabû hatin berdan û tê payîn ku di rojên pêş de ev pêvajo berdewam bike. Lê belê, ji ber ku girtiyên siyasî di nav vê pakêtê de cih nagirin, nerazîbûn ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve zêde dibin.
Pakêta dehemîn a darazê, ku guhertina qanûna cezayan û heşt qanûnên din li xwe digire, ji aliyê fraksiyona Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ve pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatibû kirin, duh serê sibê ji aliyê parlamentoyê ve hatibû pesendkirin.
Bi pesendkirina vê pakêtê re, derî ji bo berdana nêzî 20 hezar girtiyan vebû, ku beşek ji wan girtiyên nexweş, kal û pîr, jin û zarok in. Di heman demê de, di guhertinê de cezayê hin sûcan jî hatin zêdekirin û girankirin.
Nerazîbûn ji Aliyên Siyasî
Aliyên dijber û rêxistinên civaka sivîl diyar dikin ku pakêt kêmasiyên mezin dihewîne û bendewariyên bi hezaran malbatên girtiyan bêbersiv hiştine. Bi taybetî hatiye destnîşankirin ku derbarê girtiyên siyasî de ti gavek nehatiye avêtin.
Yek ji daxwazên sereke yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo "pêvajoya çareseriyê", pakêteke yasayî bû ji bo berdana beşek ji girtiyan. Lê belê, di vê pakêta nû de ti xaleke derbarê girtiyên siyasî û kesên nexweş ên ku bi cezayê hetahetayî yê girankirî hatine mehkûmkirin û DEM Partî daxwaza berdana wan dikir, cih negirt. Ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin di nava raya giştî û malbatên girtiyan de.