Hewlêr.. Îsal 85 bûyerên şewitandina timbêlan hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Her sal bi hatina demsala havînê û germahiyê re, hejmara bûyerên şewitîna timbêlan zêde dibe. Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê jî dibêje. “Hejmara rûdanan li gorî sala borî kêm bûye.”
Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Şaxawan Seîd îro (Pêncşem, 5ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, "Em ji welatiyan dixwazin ku di demsala havînê de çerx, gulav û ti madeyên din ên ku metirsî li ser timbêlên wan hebe û bibin sedema şewitînê di nav timbêlên xwe de nehêlin."
Serkar Salih ê pîşekar jî ji Kurdistan24ê re got, "Hin şofêr di çarekirina timbêlên xwe de xemsar in û pir caran ew bi xwe sedemên şewitîna timbêlên xwe ne.”
Li gorî amarên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê, hejmara bûyerên şewitîna timbêlan li gorî sala borî kêm bûye, lê wê birêveberiyê ji bo parastina timbêlên wan çend rênimayî parve kirine.