Serok Barzanî û Musena Samerayî rewşa siyasî ya Iraqê gengeşe dikin

Serok Barzanî û Musena Samerayî
Serok Barzanî û Musena Samerayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezim li ser pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya Federal danûstandinan dikin, herwesa her du alî tekezê li ser pabendbûna bi destûr, hevparî û hevsengiyê dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî kir.

Baregayê Barzanî ragihandiye ku, di wê civînê de dawî guhertin û pêşhatên deverê û Iraqê hatin behs kirin, herwesa danûstandin li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê jî hatin kirin.

Herwesa her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi destûr, hevparî û hevsengiyê kir.

Pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî mijareke din a wê civînê bû.

 
Fly Erbil Advertisment