Beşar Muşîr Axa: Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke zêdetir dide berhemanîna petatan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Holandayê ye, peymanekê ji bo kirîna du amûrên çêkirina fîngerên petatan û kirina tovê petatan ji bo dema çar salan îmze dike.

Beşar Muşîr Axa, ku xwediyê yek ji şîrketên veberhênana petatan li Herêma Kurdistanê ye, îro (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Ev proje dibe sedema zêdebûna derfetên karî ji bo ciwan û cotkaran. Stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku zêdeitr girîngiyê bide sektora çandiniyê û hemerengkirina çavkaniyên dahatê.”

Beşar Muşîr Axa herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankarî ji me re kirine, da ku em sektora çandiniyê zêdetir pêş bixin û em bikarin zêdeitr berheman ji bo welatên Ewropayê hinarde bikin.”

Li Herêma Kurdistanê, berhemanîna patatên xwemalî çend qat zêde bûye. Ji ber başiya kalitiya wan berheman jî, daxwazeke mezin li ser wan heye. Ji bilî vê yekê jî, ji hêla brandên navneteweyî jî ve navdariyeke zêde bi dest xistiye.

Rêveberê Çandiniyê li Dihokê Ehmed Cemîl li roja Pêncşemê (1ê Gulana 2025ê) taybet ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, "Li parêzgeha Dihokê, 48 hezar donemên petatan hatine çandin. Tê texmînkirin ku, berhemê îsal nêzî 600 hezar tonan be.”

Ehmed Cemîl herwesa got, “Berhemê petatan li embarên parêzgeha Dihokê nemaye û hawirdekirina wan jî qedexe ye. Berhemê ku di embaran de heye tenê têra îsal dike.”

Rêveberê Çandiniyê yê Dihokê amaje jî da, “Ger îsal berhemê petatan hewcedariya navxweyî qedand, em dê ji bo Urdin, Îmarat, Qeter û başûr û naverastên Iraqê hinarde bikin.”

 
Fly Erbil Advertisment