Ano Cewher girîngiya xurtkirina hevahengiya Concordia û Herêma Kurdistanê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Londonê tevlî Lûtkeya Concordia-Ewropa 2025ê bû, û di çarçoveya wê lûtkeyê de hejmareke dîdaran bi rayedar û serkirdeyên Ewropayê re hebû. Herwesa Ano Cewher girîngiya xurtkirina hevahengî û hevkariya di navbera Concordia û Herêma Kurdistanê de tekez kir.
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Sekretera Giştî ya Hevpeymaniya Kiristiyanan tevlî Lûtkeya Concordia-Ewropa 2025ê bû, ku ji 8 heta 10ê Hezîranê li Londonê hat lidarxistin.
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya Lûtkeya Concordiayê de hejmareke hevdîtin û civînan bi rayedar û serkirdeyên Ewropayê re kirin.
Di çarçoveya hevdîtina xwe ya li gel Hev-Damezrîner û Rêveberê Bicihanînê yê Dezgeha Concordiayê Matthew Swift de, Ano Cewher kêfxweşiya xwe ya tevlîbûna di wê lûtkeyê de anî ziman û girîngiya xurtkirina hevahengî û hevkariya di navbera Concordia û Herêma Kurdistanê de tekez kir.
Her di wê civînê de, Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser hejmarek destkeftiyên stratejîk ên ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên borî de bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi dest xistine, ku yên herî berbiçav ev in:
- Dîjîtalkirina hemî sektorên cuda cuda.
- Pêşketinên girîng di berhemanîn û belavkirina elektrîkê de.
- Çaksaziyên mezin û nûdem di sektora bankan de.
- Îmzekirina du peymanên dîrokî bi şîrketên Amerîkayî re, bi nirxê 110 milyar dolaran.
Ano Cewher tekez jî kir ku, ev destkeftî rengvedana nerîna stratejîk a Herêma Kurdistanê ji bo pêşkeftin, dahênan û hevkariya navneteweyî ye, herwesa cihê xwe wekî navendeke herêmî ji bo tenahî, pêşketin û têkiliyên aborî û teknolojîk xurt dike.
Navbirî herwesa vexwendineke fermî pêşkêşî çend berpirs û serkirdeyên Ewropayê kir, da ku tevlî merasîma Roja Nimêja Niştîmanî bibin, ku sala bê li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê eşkere jî kir, "Van civînan derfetek peyda kir ku em careke din tekez bikin ku pêşveçûn, demokrasî, pêkvejiyan, aştî û pirrengî weke stûna sereke ya siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê dimîne, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî berdewam tekez li ser kiriye."