Temellî: Peywira me ya sereke avakirina komîsyonê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê parlamento bikeve dewrê û komîsyonekê ava bike. Temellî ev yek wek gava pêşî ya bersivdana banga Abdullah Ocalan bi nav kir.

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî îro 16ê Hezîranê di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê de bal kişand ser rola Meclisê di çareseriya pirsgirêka Kurd de û got, "Peywira me ya esasî avakirina komîsyonê ye."

Temellî amaje bi banga Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û got: "Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir û PKK’ê di 12’ê Gulanê de xwe hilweşand û çek berda. Ji bo gavên nû bên avêtin, divê Meclis êdî înîsiyatîfê bigire."

Temellî destnîşan kir, piraniya partiyên siyasî yên li Meclisê erênî li avakirina komîsyoneke ji bo çareseriyê dinêrin û ev yek weke "navnîşana çareseriyê" bi nav kir.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê anî ziman, çareseriya pirsa Kurd dê bandoreke erênî li seranserê Rojhilata Navîn bike û got, "Rizgariya gelê Filistînê jî bi aştiya li Tirkiyeyê ve girêdayî ye."

Di dawiyê de, Temellî rasterast bang li Serokê Parlamentoyê Nûman Kurtulmuş kir ku tavilê bikeve tevgerê, partiyan bicivîne û ji bo avakirina komîsyoneke hevpar gavan biavêje.

 
Fly Erbil Advertisment