Li Dihokê projeyeke mezin a çandiniyê hate ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê Elî Teter, projeyeke mezin a çandiniyê ya bi navê "Green House" ragihand û da zanîn ku ev proje dê berhemên cotkarên ji seranserê Herêma Kurdistanê werbigire û derfetên kar ji bo bi sedan kesan peyda bike.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 18ê Hezîrana 2025an, di merasîma vekirina projeyê "Green House" de hûrgiliyên projeyê aşkere kirin. Teter diyar kir, "Green House" projeyeke stratejîk a mezin e, ku bi nirxê 60 milyar dînarên Iraqî li ser rûberê nêzîkî 570 hezar metre ducar hatiye avakirin.

Li gorî Parêzgarê Dihokê, ev proje ji gelek beşên girîng pêk tê, ji wan:

- Hejmarek mezin ji xaniyên çandiniyê yên plastîkî

- Kargeheke qutîkirina meyweyan

- Embarên mezin û sarker (sardxane)

- Zeviyên çandina meyweyan û darên biber

- Rawestgeheke taybet ji bo kamyon û barhilgiran

- Avahiya rêveberiyê, cihê hewandinê û hola çalakiyan

- Beşên taybet bi karên elektrîk û mekanîkê

Elî Teter herwiha destnîşan kir, di projeyê de dê her cure şînkatî (sebze) bê berhemanîn û da zanîn ku niha dest bi çandina darên zeytûnan hatiye kirin. Tê plankirin ku di qonaxa yekem de nêzîkî 200 hezar darên zeytûnan bên çandin da ku baştirîn cureyê zeyta zeytûnan were berhemanîn.

Parêzgarê Dihokê tekez kir jî, ev proje dê ji bo cotkarên tevahiya Herêma Kurdistanê bibe piştgiriyeke mezin û got: "Di projeya 'Green House' de, em ê berhemên cotkaran ji hemû parêzgeh û bajarên Herêma Kurdistanê werbigirin. Bi vê yekê, em ê karibin di hemû werzên salê de her cure meywe pêşkêşî bazaran bikin."

Di dawiyê de, Teter destnîşan kir ku proje dê gelek derfetên kar ji bo derçûyên zanîngehan û welatiyên deverê peyda bike.

 

 
Fly Erbil Advertisment