Besê Hozat: Me erkê xwe pêk anî, niha dora Tirkiyeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ragihand, wan di çarçoveya proseya çareseriyê de, erkê ku diket ser milê wan pêk aniye û niha dor hatiye ser dewleta Tirk ku gavên pêwîst bavêje.
Hozat di daxuyaniyeke xwe ya ji bo Medya Haber TV de, pênaseya desthilatdariya Tirkiyeyê ya ji bo proseyê weke "pêvajoya Tirkiyeyeke bêteror" bi tundî red kir û got, "Ev pênaseyeke gelekî şaş e. Em vê gotinê bi awayekî eşkere red dikin û divê ev ji rojevê bê derxistin. Navê vê pêvajoyê zelal e: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e."
Hevseroka KCK'ê destnîşan kir, wan li ser banga Rêberê PKK'ê Ebdullah Ocalan kongreya xwe li dar xistiye û biryara rawestandina şer a yekalî daye û wiha got: "Ev gaveke gelekî mezin û girîng e ji bo pêkhatina aştiyê."
Li ser gavên ku divê Tirkiye bavêje, Hozat wiha axivî: "Divê Tirkiye, dewleta Tirk li hemberî vê yekê, gavan bavêje û mafên siyasî yên demokratîk ên vî gelî nas bike."
Besê Hozat herwiha bal kişand ser şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û anî ziman ku wî şerî careke din nîşan daye ku proseya aştiyê ji bo herêmê çiqasî girîng û pêwîst e.