Zebeşên deşta Şarezûrê bo sûkên Iraqê tên hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li deşta Şarezûrê, demsala gihîştina zebeşan e û zebeş li nav bi hezaran donemên erdî hatine çandin.

Zagros Osman, ku cotkarekî deşta Şarezûrê ye û gelek donemên erdê xwe kirine zebeş, îro (Çarşem, 25ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Îsal min li nav 10 donemên erdê xwe zebeş çandine.”

Zagros Osman herwesa got, “Hin rojan ji bo çinîna zebeşan û şandina wan bo embaran, pêdivîtiya min bi 20 karkeran heye. Herwesa di dema gihîştina zebeşan de jî, ji bo hejmareke zêde ya karkeran derfetên karî peyda dibin.”

Cotkar dibêjin ku, zebeşên dermankirî li sûkên Herêma Kurdistanê tên firotin û reng û tamên wan zêde ne.

Cotkarên deşta Şarezûrê li nav bi hezaran donemên erdî zebeş çandine, ku tama wan a şîrîn bûye sedema daxwazeke zêde.

 
 
Fly Erbil Advertisment