Şêrwan Duberdanî: Hewler û Bexdayê li hev kir û divê pabendî qanûnê bin

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê Şêrwan Dubardanî îro (În, 27ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Şanda Bexdayê duhî (Pêncşem) gihîşt Herêma Kurdistanê û saet 5:00 ê êvarê bi Herêma Kurdistanê re dest bi hevdîtinan kir. Her du alî gihîştin encamekê gelek baş û lihevkirineke baş li ser mijara hinardekirina petrolê kir.”
Şêrwan Dubardanî got, “Şanda Herêma Kurdistanê dê hefteya bê hevdîtinên xwe bi şîrketên petrolê re bidomîne û dê li ser wê projeqanûnê berdewam be ya ku li vê dawiyê hat guhertin û bi 16 dolaran lihevkirinek çê bû.”
Navbirî tekez jî kir, "Wekî ku me deng li ser daye, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî wê peymanê bibe ya ku hatiye kirin û wê wekî qanûnek bi cîh bîne. Herwesa divê Bexda jî pabendî wê qanûnê bibe, û ew şîrketên ku peyman bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kirine, peymanên wan qanûnî ne.”
Wî parlamantarî ron jî kir, “Niha Hikûmeta Bexdayê ti hincetek tune, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wan hemiyan amade ye. Şanda Darayî jî dê bê Kurdistanê ku ew 50% ji Rêveberiya Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e.”
Şêrwan Dubardanî herwesa got, “Ev şand dê serdanên xwe berdewam bike, ji ber ku hilbijartin nêzîk in û ji bo niha hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê pir girîng in û aliyên siyasî yên Iraqê hemiyan xwe amade kiriye.”
Navbirî amaje jî da, “Aliyên siyasî yên Iraqê ji bo xelk û deverên xwe tiştek nekiriye, propagandaya wan a siyasî ji bo xelkî heye û wan her ew du-sê gotin hene ku ji xelk û deverên din ên Iraqê re dibêjin; Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend nîne.”