Dem Partî: Divê çek bi temamî bên danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Dem Partiyê dibêje, "Divê her kes edaletê hîs bike.” Tekez jî dike, “Pêdivîtiya civakê bi demokrasiyê heye, bêyî ku lê binêrin ka bi kîjan zimanî diaxive."
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşe Gul îro (În, 27ê Hezîrana 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, "Divê çek bi tevahî bên danan û hemî mekanîzmên pêdivî ji bo vê pêvajoyê bêyî ti derengmanekê bên rêkxistin."
Ayşe Gul amaje jî da, "Nîşanên lihevkirineke giştî li ser wê pêvajoyê di navbera aliyan de hene, lê ew hewceyê pêşketin û çalakiyên kiryarkî ne ku piştgiriya wê pêvajoyê bikin. Civak hewceyê demokrasiyê ye û divê her kes bêyî ku lê binêrin ka bi kîjan zimanî diaxive edaletê hîs bike."
Berdevka Dem Partiyê di derheqa doza Kobanê de jî got, "Dema îtîrazê bisînor e. 32 hezar û 630 rûpel derkeftine. Ger wan karîba hinceteke qanûnî bibînin, wan dê ev hinceta qanûnî bêyî ku hewcedariya wan bi 32 hezar û 630 rûpelan hebe nivîsîba. Dema itîrazê tenê hefteyek e, lê tenê ji bo xwandina wê hewcedarî bi 90 rojan heye."
Ayşe Gul amaje jî da, "Biryara dadgehê li dijî hemî bingehên vî welatî û me ye û heta li dijî bingehên mafên mirovan û demokrasiyê jî ye.” Tekez jî kir, “Divê demokrasî li Tirkiyeyê berqerar be."