Dijeterora Iraqê: Li çiyayê Pelkanê 3 terorîst hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê bi hevahengiya ligel Asayişa Silêmaniyê, di operasyoneke hevbeş de li çiyayê Pelkanê, sê çekdarên terorîst kuştin.

Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê îro 29ê Hezîranê di daxuyaniyekê de eşkere kir, hêzên wan,bi hevkariya Asayişa Silêmaniyê, operasyoneke serkeftî li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Operasyon li ser bingeha zanyariyên hewalgirî yên deqîq û rast pêk hat û di encamê de sê terorîst hatin kuştin, ku fermandarê 'Kerta Silêman Beg' jî di nav wan de bû."

Ji aliyê xwe ve, Destgeha Asayişa Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyeke cuda de nasnameya kuştiyan eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, operasyona hevbeş li navçeyên Pelkane û Tawêrkewê hatiye kirin û di encama rûbirûbûneke rasterast de, fermandarê Kerta Silêman Beg, "Eymen Corc Ehmed El-Ubeydî" yê bi nasnav "Adem", tevî du terorîstên pê re hatine kuştin.

Destgeha Asayişê nasnameya her sê terorîstên kuştî wiha ragihand:

- Eymen Corc Ehmed El-Ubeydî, bi nasnav Adem (Fermandarê Kerta Silêman Beg)

- Husên Elî Xelef Hebîb El-Mefrecî, bi nasnav Ebû Ezra

- Yaqûb, bi nasnav Ebû Caban