Şandeke NY li Efrînê ye: Li rewşa koçberên vegeriyayî û pêdiviyên bajêr dipirse

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke Neteweyên Yekgirtî (NY) serdana bajarê Efrînê kir û bi rêveberê herêmê Mesûd Betal re civiya. Di civînê de, rewşa welatiyên ku ji koçberiyê vegeriyane Efrînê û pêdiviyên xizmetguzariyê yên bajêr hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Efrînê, Rêveberê Herêma Efrînê Mesûd Betal ji şandeyê re bi hûrgilî behsa rewşa Efrînê û pêdiviyên wê yên xizmetguzariyê kir.
Rêveberê Herêma Efrînê tekezî li ser wê yekê kir, dosya Efrînê, dosyayeke mirovî ye û kar û xebatên ji bo pêşxistina bajêr berdewam in.
Mesûd Betal herwiha da zanîn, heta niha zêdeyî 50 hezar malbat vegeriyane bajêr û tedbîreke berfireh hatiye girtin, da ku mal û milkên welatiyan ji xwediyên wan ên resen re werin vegerandin.
Di heman civînê de, Cîgirê Rêveberê Herêmê Mihemed Reşîd, derbarê binesazî û xizmetguzariyên li bajêr de agahî dan şandeyê.
Ji aliyê xwe ve, şandeya Neteweyên Yekgirtî amadebûna xwe nîşan da ku alîkariyê pêşkêş bikin û bersivê bidin pêdiviyên Efrînê, da ku aramî û ewlehiya xelkê herêmê were misogerkirin.
Şandeya NY bi xelkê sivîl re jî civiya
Ji aliyekî din ve, Rêxistina Bihar a ji bo Alîkariyê jî ragihand, şandeya Neteweyên Yekgirtî di çarçoveya serdana xwe ya meydanî de, bi xelkê sivîl û endamên civaka herêmî re jî hevdîtin pêk anîne.
Li gorî rêxistinê, şandeyê guh daye serpêhatiyên rojane û zehmetiyên ku welatî rûbirûyê wan dibin, bi taybetî di warê peydakirina stargeh (cihê manê), xizmetguzariyên bingehîn, misogeriya ewlehiyê û pêdiviyên debarê de.
Xelkê herêmê herwiha pêşniyarên xwe ji bo başkirina rewşê pêşkêş kirin û tekezî li ser girîngiya piştgirîkirina "pêvajoya vejîna destpêkê" û "vegera dilxwazî, ewle û bi rûmet" kirin.
Hat diyarkirin ku ev serdan di çarçoveya hewlên Neteweyên Yekgirtî yên ji bo xurtkirina bersivdana mirovî û misogerkirina aramiya berdewam li bakurê Sûriyeyê de ye.
