Temellî: Aştî ne tenê danîna çekan e, divê zemîneke yasayî were avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, di daxuyaniyekê de bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsa Kurd û got, çareserî ne tenê danîna çekan e. Temellî daxwaza avakirina "komîsyona çareseriyê" ya li parlamentoyê û misogerkirina zemîneke yasayî kir.
Sezaî Temellî, îro 30ê Hezîranê li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê rojevê de daxuyanî da û tekez kir ku divê dewlet di mijara çareseriya demokratîk de gavên lezgîn bavêje.
"Divê komîsyon beriya betlaneyê were avakirin"
Temellî derbarê "Komîsyona Çareseriyê" de got, "Pir girîng e ku li Meclisê komîsyona çareseriyê were avakirin. Divê ev komîsyon beriya betlaneyê were avakirin û di dema betlaneyê de jî bixebite." Wî tekez kir ku divê komîsyon li gorî daxwazên gel be û bibe derfetek ji bo bidawîkirina bêbaweriyê.
"Pêwîstî bi garantiya yasayî heye"
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê destnîşan kir ku divê pirsgirêka Kurd tenê weke meseleya danîna çekan neyê dîtin û got, "Ji bo mayindebûna aştiyê divê zemîneke yasayî were avakirin û temînat bê dayin. Divê daxwazên civakê bên cîbicîkirin û di qanûnên weke Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) û Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) de sererastkirin çêbibin."
Hevdîtina bi Serokomar re
Temellî li ser pirsên rojnamegeran ên derbarê danîna çekan û hevdîtinên li Îmraliyê jî axivî û got, "PKKê di kongreyê de biryara danîna çekan da. Tişta esasî ev e, em ê çi bikin?" Wî da zanîn ku tê plankirin Şanda Îmraliyê di 8-9ê Tîrmehê de bi Serokomar re hevdîtinê bike.