Serok Barzanî beşdarî merasîma sersaxiyê yê Pêşmerge Ebdullah Mêrgesorî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 30ê Hezîranê beşdarî merasîma sersaxiyê ya Pêşmergeyê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Madalyaya Barzaniyê Nemir, Ebdullah Ezîz Mela Xal Hemze Mêrgesorî bû.

Di merasîma sersaxiyê de, Serok Barzanî ji nêz ve sersaxî û hevxemiya xwe gihand malbat û kesûkarên koçkirî.

Serok Barzanî hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebr û hedarê bide malbata wî.