Hîlala Siûdî sûrprîzeke mezin teqand û MAN City ji Kupa Cîhanê ya Yaneyan derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma El-Hîlal a Erebistana Siûdî, yek ji sûrprîzên herî mezin ên Kupa Cîhanê ya Yaneyan a 2025an teqand û tîma Ingiltirayê, Manchester City, ji qehremaniyê dûr xist û derbasî çaryek-fînalê bû.
Tîma Siûdî li stadyûma "Camping World" a li Orlando ya Amerîkayê rûbirûyî Manchester City bû, piştî ku dema asayî bi (2 – 2) wekhev bi dawî bû, di dema zêde de bi encama (4 – 3) biser ket.
Golên Hîlal ji aliyê lîstikvanan, Marcos Leonardo (xulekên 46 û 112) û Malcom (xuleka 52) û Kalidou Koulibaly (xuleka 94) ve hatin tomarkirin.
Golên MAN City jî ji aliyê Bernardo Silva (xuleka 9), Erling Haaland (xuleka 55) û Phil Foden (xuleka 104) ve hatin avêtin.
Bi vê encamê, tîma Siûdî dê di maça bê de bi tîma Brezîlyayî Fluminense re bilîze, ku wê jî tîma Îtalyayî Inter Milan bi encama (2 – 0) têk biribû.
Tîma Hîlal di qonaxa koman de jî bi encamên xwe bal kişandibû ser xwe; di maça xwe ya yekem de bi Real Madrid a Spanî re (1 – 1) wekhev mabû, piştre bi Salzburg a Austiryayê re bê gol wekhev ma û di dawiyê de jî tîma Pachuca ya Meksîkî bi (2 – 0) têk biribû.