Dastana “Zembîlfiroş” bi awayekî cuda tê nûkirin
London (K24) – Hunermendên Kurd Newroz Oremarî û Emel Kurde, li paytexta Brîtanyayê Londonê, dastana navdar a Kurdî "Zembîlfiroş" bi klîpeke nû ji nû ve zindî kirin.
Taybetmendiya vê berhemê ew e ku cara yekem herdu zaravayên Kurmancî û Soranî bi hev re di nav yek stranê de tê gotin.
Armanca sereke ya vê klîpê ew e ku ev çîroka klasîk a Kurmancî, bi zaravayê Soranî jî were pêşkêşkirin, da ku bigihîje hejmareke zêdetir a Kurdan.
Stranbêj Newroz Oremarî, ku beşa Kurmancî ya stranê dibêje, da zanîn ku ew bi vê projeyê gelek kêfxweş e û got, "Zembîlfiroş li her çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin, lê me xwast em wê ji bo kesên ku bi Soranî diaxivin jî hêsantir bikin da ku baştir jê hez bikin."
Bîrokeya projeyê ji stranbêj Emel Kurde derketiye, ku wê bi xwe beşeke Soranî ji stranê re amade kiriye. Emel Kurde diyar kir ku wê xwestiye "kopleyeke Soranî ku li gorî naveroka Zembîlfiroş be" bistire, da ku herdu zarava di nav heman berhemê de bên cem hev.
Di klîpê de, ku li Londonê tê kişandin, hejmarek hunermend û kesayetiyên Kurd ên li diyasporayê dijîn tê de cih girtine. Cil û bergên Kurdewarî û dîmenên ku hatine amadekirin, hewl didin ku atmosfera resen a çîrokê ji nû ve bijîn.