Zaxo û Wîlayeta Mînnesotayê ya Amerîkayê Peymana Dostaniyê îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û Wîlayeta Mînnesotayê ya Amerîkayê peymaneke dostanî û hevkariyê di warên çandinî, perwerde û çandê de îmze kirin. Serperiştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo jî, ev roj weke "rojeke dîrokî" bi nav kir.
Serperiştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ku bi serdanekê li Amerîkayê ye, îro 2ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand: "Ev salek e ku em li ser vê projeyê dixebitin. Îro em peymanekê bi Wîlayeta Mînnesotayê re îmze dikin ku ji çend kertên cuda pêk tê, weke kerta çandiniyê, çandê û perwerdeyê. Ji ber vê yekê, îro ji bo me rojeke dîrokî ye."
Guhdar Şêxo herwiha got: "Ev peyman dê ne tenê xamava ser rûpelê be, belkî dê bi awayekî praktîkî bikeve warê cîbicîkirinê. Di demeke nêzîk de, şandeke wan dê serdana Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê bike."
Ji aliyê xwe ve, Serokê Zanîngeha Moorhead a li Wîlayeta Mînnesotayê Tim Downs ragihand: "Em ê bi Zanîngeha Zaxoyê re bi awayekî hevbeş bixebitin. Şiyana me heye ku em asta zanistî ya Zanîngeha Zaxoyê bilindtir bikin."
Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê jî da zanîn: "Em pêşwaziyê li peymana dostaniyê ya di navbera Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û Moorheadê de dikin û ev peyman dê bibe alîkar ji bo pêşvebirina pêwendiyan."
Di heman demê de, hat ragihandin ku di hevdîtina di navbera Guhdar Şêxo û Rob Kupec, Senatorê Encûmena Pîran a Wîlayeta Mînnesotayê de, senator heyraniya xwe li hember pêşketinên li Zaxoyê nîşan daye.