Firokeyeke barhilgir a Hevpeymaniya Navdewletî li baregeheke Hesekê daket

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî baregehên xwe bi alîkariyên leşkerî û lojîstîk xurtir dike û firokeyeke barhilgir a bi pêdiviyên leşkerî û lojîstîkî gihandiye baregeha xwe ya li Xerab Cîr li Rojavayê Kurdistanê.

Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî vediguhêze

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), duh êvarê firokeyeke barhilgir a Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha Xirab Cîr a li gundewarê Rimêlanê li bakurê Hesekê danî. 

Hat ragihandin, firokeyê gelek madeyên lojîstîk, alavên leşkerî û amûrên elektronîk anîne baregehê. Di dema daketina firokeyê de, helîkopterên şer li asmanê derdora baregehê digeriyan.

Ev pêngav di demekê de tê ku pêr 1ê Tîrmehê jî, karwaneke leşkerî ya ji 24 kamyonan pêk dihat, ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû û gihiştibû baregeha Qesrek a Hevpeymaniyê li gundewarê Hesekê. Di nava karwanê de tankerên sotemeniyê, kamyonên ku bi çadirên reş serê wan hatibû girtin û kamyonên din ên bi sindoqên girtî barkirî hebûn.

HSD amadekariyan ji bo pêngaveke nû li beyabanê dike

Ev yek piştî wê tê, Rewangehê berî çend rojan ragihandibû, HSD'ê jî dest bi liv û tevgereke leşkerî ya berfireh kiriye. Bi sedan otomobîlên leşkerî û kamyonên tijî çek û cebilxane ji Reqayê ber bi Beyabana Sûriyeyê ve birê ketine.

Li gorî çavkaniyên Rewangehê, ev tevger beşek ji amadekariyên destpêkirina pêngaveke nû ya ewlehiyê ye ku armanca wê jinavbirina şaneyên DAIŞ'ê li deverên cuda yên beyabanê ye. Tê payîn ku ev operasyon bi piştgiriya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî birêve biçe.

Agahiyên destpêkê destnîşan dikin ku armanca operasyona çaverêkirî ew e ku xelek li ser şaneyên çalak ên DAIŞ'ê bê tengkirin. Ev şane di demên dawî de êrîşên xwe li dijî hêzên HSD'ê zêde kiribûn, ku ev yek jî bû sedema zêdebûna liv û tevgera ewlehiyê di hefteyên borî de.

 
Fly Erbil Advertisment