Mesrûr Barzanî û Mihemed Hesan mafên Herêma Kurdistanê tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê li ser mijarên girêdayî Iraq û deverê gengeşeyan dikin; herwesa tekezê li ser rêzgirtina li sîstema federalî ya Iraqê, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê jî dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 03ê Tîrmeha 2025ê) pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê Şandiyê UNAMIyê Mihemed Hesan kir.

Di wê civînê de, gengeşe li ser dawî pêşhat û pêşketinên rewşa giştî ya Iraq û deverê hatin kirin.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya wê civînê girêdayî rêzgirtina li sîstema federalî ya Iraqê, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bû. Di vî warî de, tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de li ser bingeha destûrê hat kirin.

Di pareke din a wan gengeşeyan de, tekez li ser girîngiya parastina ewlehî û tenahiya Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment