Gencîneya Amerîkayê hejmareke kesatî, dezgeh û keştiyên Îranî ceza kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîkayê zêdetirî 40 kesatî, dezgeh û keştiyên Îranî û alîkarên Îranî ceza kirin. Pêştir jî 30 kesatî, dezgeh û alîkarên Îranî li ser lîsta xwe ya cezakirinê zêde kiribûn.
Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku, di çarçoveya kampayna cezayên wê yên li ser Îranê de, heşt kesatî, 21 dezgeh û 12 keştiyên Îranî û alîkarên Îranî ceza kirine.
Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê eşkere jî kir ku, wan keştîyan ji bo firotina petrolê alîkariya Îranê kiriye.
Ev jî di demekê de ye ku, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê li roja 20ê Hezîranê nêzîkî 30 kesatî, dezgeh û keştiyên Îranî û alîkarên Îranî xistibûn nav lîsta xwe ya cezayan.