Artêşa Îsraîlê çû nav axa Sûriyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê li çend deverên Hewza Yermûkê li derdora parêzgeha Derayê çûye nav başûrê axa Sûriyeyê.
Televîzyona Sûriyeyê ragihand ku, şeş timbêlên leşkerî yên Îsraîlê çûne nav gundê Seysonê li Hewza Yermûkê li rojavayê Derayê.
Malpera nûçeyan a navxweyî Ticemih Ehrar Hûran ragihandiye, “Hêzeke din a leşkerî ya Îsraîlê, ku ji sê timbêlên leşkerî pêk tê, li derdora gundê Eyn Zîkrê li Hewza Yermûkê çûye nav yekîneyeke leşkerî ya girêdayî Lîwaya 112ê ya rejîma berê ya Sûriyeyê.”
Wê malperê eşkere jî kiriye, “Ji piştî hilweşîna Beşar Esed ve, ev cara duyê ye ku hêzên Îsraîlê diçin nav wê yekîneya leşkerî û têkdanê dikin”
Li gorî raportên wê malpera nûçeyan, artêşa Îsraîlê sê welatiyên Sûriyeyî azad kirin, ku pêştir li nav baxçeyekî li başûrê Quneytireyê girtibûn.
Hêzên Îsraîlê li roja Çarşema borî çûn nav baxçeyekî li gundê Quneytireyê û sê welatî girtin. Îsraîlê wê demê ragihand, “Têkiliyên wan her sê welatiyan bi Îranê re hene.”
Tora nûçeyan a Dera24ê jî ragihand, “Hêzeke Îsraîlê ku ji du tank û du timbêlên leşkerî pêk hatibû çû nav gundê Derayê û çend malên wî gundî pişkinîn. Herwesa artêşa Îsraîlê çû nav gundê Ruweyhîneyê jî li derdora Quneytireyê û malên wî gundî jî pişkinîn û piraniya kelûpelên wan malan bi guleyan şkandin.”