Donald Trump: Îran dest ji pîtandina uranyumê bernade

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê ragihand, Îran dest ji pîtandina uranyumê bernade û çavdêrên navdewletî red dike. Trump herwiha da zanîn ku roja Duşemê dê li Koşka Spî li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu vê mijarê gotûbêj bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di konfranseke rojnamevanî de li nav firokeya serokatiyê, helwesta welatê xwe ya li hemberî Îranê aşkera kir û ragihand, Tehran dest ji pîtandina uranyumê bernade û nahêle çavdêrên navneteweyî serdana dezgehên wê yên atomî bikin.
Trump da zanîn, tevî ku bernameya atomî ya Îranê rastî paşveçûneke mezin hatiye, lê metirsî heye ku Tehran li cihên din ji nû ve dest bi pîtandina uranyumê bike.
Ev daxuyanî di demekê de tên ku alozî di navbera Îran û civaka navdewletî de gihîştiye lûtkeyê. Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal a roja Înê, 4ê Tîrmeha 2025an, tîma Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ji ber sedemên ewlehiyê Îran terikandiye û bi vî awayî dawî li têkiliyên di navbera ajans û Tehranê de aniye.
Rageşiya heyî piştî êrîşeke berfireh a Îsraîlê dest pê kiribû. Di berbanga roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an de, artêşa Îsraîlê bi balafirên şer û dronan êrîşî dezgehên atomî û kargehên çêkirina mûşekên balîstîk ên Îranê kiribû. Di encama êrîşa 12 rojî de, hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên Îranê hatibûn kuştin.
Weke bersiv, Îranê di heman şevê de bi dehan mûşekên balîstîk avêtibû bajarên Tel Evîv û Heyfayê.