Du wezîrên berê yên rêjîma Esed hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Sûriyeyê di çarçoveya lêpirsîna li ser dosyeya "zarokên girtiyan" de, her du Wezîrên berê yên Karûbarên Civakî û Kar, Rima Qadirî û Kînda Şemat, desteser kirin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê "Televîzyona Sûriyê" ve hatine belavkirin, ev pêngav piştî avakirina komîteyeke lêpirsînê ya taybet bi biryara wezarî ya hejmar 1806 a sala 2025an pêk hatiye. Bi vê biryarê, Wezareta Karûbarên Civakî û Kar, bi hemahengiya bi Wezareta Navxwe re, ji bo şopandina dosyeya zarokên windabûyî hatiye erkdarkirin.
Di heman operasyonê de, Rêveberên berê yên navenda "Lehin El-Heyat" Neda Xebra û Lema Sewaf, ligel Rêvebera Komeleya "El-Mebere" Rana El-Baba û hejmarek kesên din jî hatine destserkirin.
Lêpirsîna heyî hewl dide çarenûsa bi sedan zarokan eşkere bike, ku di dema girtina dê û bavên wan de li zîndanên rejîma hilweşandî, an jî di dema mana wan de, li navendên çavdêriyê yên hikûmetê winda bûne.
Tê gotin ku di nava torên ku karmendên fermî, dezgehên ewlehiyê û rêxistinên mirovî jî tê de cih digirin, çalakiyên îstîsmarê li dijî van zarokan hatine kirin.
Di destpêka îsal de, Wezareta Karûbarên Civakî û Kar bang li malbatên zarokên windabûyî û girtiyan kiribû ku serî li rêveberiyên wan ên li parêzgehan bidin û agahiyên pêwîst ên derbarê zarokên xwe de pêşkêş bikin, da ku di proseya lêgerînê de bibin alîkar.
Doza zarokên girtiyan, wekî yek ji dozên herî aloz û veşartî tê hejmartin, ji ber ku ew hejmareke mezin ji zarokan vedihewîne ku çarenûsa wan hîn ne diyar e.