Lûtkeya 17emîn a BRICS+ li Brezîlyayê lidar dikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – 17emîn Lûtkeya BRICS+ li bajarê Rîo de Janeiro yê Brezîlyayê dest pê dike. Rojeva sereke ya lûtkeyê çarenûsa sîstema aborî ya cîhanî ye, bi taybetî dîtina alternatîfeke ji bo dolarê, reformên di rêveberiya cîhanî de û mijarên weke jîriya destkird. Tirkiye jî bi rêya Wezîrê Derve Hakan Fîdan beşdarî lûtkeyê dibe, ku ev yek daxwaza endamtiya wê xurtir dike.

17emîn Lûtkeya BRICS+ di navbera 6-7ê Tîrmehê de li bajarê Rîo de Janeiro yê Brezîlyayê tê lidarxistin. Ev lûtke weke gaveke girîng ji bo guherandina hevsengiyên siyasî û aborî yên cîhanê tê dîtin.

Mijarên sereke yên di rojeva lûtkeyê de ev in:

- Aştî û ewlekariya cîhanî
- Çaksaziya di rêveberiya cîhanî de
- Pêşketinên di warê jîriya destkird (AI) de
- Rûbirûbûna guherîna keşûhewayê
- Dîtina diraveke hevpar an sîstemeke alternatîf ji bo serweriya dolarê
Beriya lûtkeyê, wezîrên derve yên welatên endam li Brezîlyayê civiyan û çarçoveya giştî ya civînê diyar kirin. Tirkiye, ku berê daxwaza xwe ya endamtiyê ragihandibû, bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan beşdarî lûtkeyê dibe.

BRICS çi ye?

BRICS di destpêkê de di sala 2006an de, bi navê BRIC ji aliyê Brezîlya, Rûsya, Hîndistan û Çînê ve hat damezrandin. Di sala 2010an de bi tevlêbûna Efrîqaya Başûr navê wê bû BRICS. Di sala 2024an de bi tevlêbûna Misir, Etiyopya, Îran û Îmaratê, kom berfirehtir bû û niha weke BRICS+ tê binavkirin.

Armancên sereke yên BRICS:

- Geşepêdana aborî ya hevpar
- Xurtkirina aramiya siyasî
- Pêkanîna reforman di sazî û dezgehên darayî yên cîhanî de
- Pêşxistina bazirganiya navdewletî bêyî serweriya yek aliyî

Welatên weke Efxanistan, Arjantîn, Libnan, Meksîka û Tirkiye jî daxwaza endamtiyê kirine.

Hêza BRICS a Cîhanî: Li gorî daneyan, welatên BRICS+:

- Nêzîkî %42ê nifûsa cîhanê pêk tînin.
- Nêzîkî %32yê hilberîna giştî ya cîhanê dabîn dikin.

Ev yek nîşan dide ku biryarên ku di vê lûtkeyê de werin girtin, dê bandoreke mezin li ser aborî û siyaseta cîhanê bikin.