Çelîk: Em aliyê sêyem qebûl nakin û komîsyon tenê ji bo çekdanînê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê pêvajoya aştiyê de ragihand, ew beşdarbûna "aliyê sêyem" di pêvajoyê de qebûl nakin. Çelîk da zanîn, li Tirkiyeyê êdî hebûna Kurdan hatiye qebûlkirin.
Di beşdariya di bernameyeke televîzyoneke Tirkiyeyê de, Omer Çelîk got, Tirkiye di proseya çekdanîna PKKê de modela xwe bi rê ve dibe û da zanîn ku ev yek dikare ji bo hemû pirsgirêkên herêmê bibe mînak.
Çelîk tekez kir, ew beşdarbûna aliyê sêyem di pêvajoyê de qebûl nakin û got: "Ev proje bi temamî ya dewletê ye û em modela xwe pêk tînin."
Berdevkê AK Partiyê daxwaza xwe ya ji bo bilezkirina pêvajoyê jî anî ziman û wiha axivî: "Em dixwazin ev prose di nava çend mehan de bidawî bibe, ji ber ku çiqas dirêj bibe, egera destêwerdan û têkdanê ewqas zêdetir dibe."
Omer Çelîk bal kişand ser pirsa Kurd û got, li Tirkiyeyê êdî hebûna Kurdan hatiye qebûlkirin û ji ber vê yekê bingeha tundiyê nemaye. Li ser rola parlamentoyê jî got, "Komîsyona ku dê were avakirin, tenê ji bo proseya çekdanînê û derxistina yasayên pêwîst e."
Derbarê rewşa li derveyî sînor jî Çelîk amaje bi wê jî kir, pêvajoyên çekdanînê li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji hev cuda ne.
Derbarê Sûriyeyê de jî got: "Em dixwazin li Sûriyeyê hikûmeta Şamê li hemû herêman desthilata xwe xurt bike û HSD jî tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe û rêkeftina 10ê Adarê were cîbicîkirin."