PSG bi 4 golan Real Madrîd têk bir û derbasî fînala Kûpaya Cîhanê ya Yaneyan bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Fransî Paris Saint-Germain (PSG), di maça nîv-fînala Kûpaya Cîhanê ya Yaneyan a 2025'an de, bi encameke balkêş (4 - 0) ji tîma Spanyolî Real Madrîdê bir û navê xwe li fînalê nivîsand.
Yariya ku şeva borî li Stadyûma MetLife ya New Jersey (DYA) hat lîstin, bi serdestiya PSG'ê derbas bû. Lîstikvanên tîma Parîsê gelek fersendên golan afirandin û karibûn bi encama (4 - 0 ) biser bikevin.
Yarîzanên PSG'ê sûd ji şaşiyên hêsan ên berevanîkerên Real Madrîdê wergirtin û encama maçê hema di nîveka yekem de misoger kir.
Golên tîma Fransî ji aliyê van lîstikvanan ve hatin tomarkirin: Fabian Ruiz (xuleka 6 û 24), Ousmane Dembele (xuleka 9) û Gonçalo Ramos (xuleka 87)
Bi vê serkeftinê, PSG derbasî fînala Kûpaya Cîhanê ya Yaneyan bû, ku îsal bi formata nû ya 32 tîman tê lidarxistin û dê roja Yekşemê bi tîma Îngilîz Chelsea re bilîze.
Chelsea jî di maça din a nîv-fînalê de bi encama (2 – 0) ji tîma Brezîlyayî Fluminense biribû û derbasî fînalê bûbû.
Paris Saint-Germain îsal hewl dide nasnavê xwe yê pêncemîn bidest bixe, piştî ku Lîga Fransa, Kûpaya Lîgê, Kûpaya Fransa û Lîga Şampiyonan a Ewropayê qezenc kiribû.