PKKê cihê merasîma danîna çekan guhert

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê got, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) cihê pêvajoya danîna çekan guherandiye û ew veguhestiye Şikefta Casenê ya li gundê Casenê yê ser bi navçeya Dûkanê ve. Berê hatibû gotin ku merasîm dê li devera Raperîn û li binareya Qendîlê birêve biçe.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Raperînê diyar kir, merasîma çekdanînê li gundê Casenê birêve diçe, beşa medyayî ya bûyerê jî dê li Otela Aşûr a li devera Raperînê ji bo rojnamevan û medyakaran bê lidarxistin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê, tê payîn ku çend fermandarên payebilind ên PKKê beşdarî merasîmê bibin, di nav wan de jî behsa amadebûna Hevseroka KCKê Besê Hozat û Mustafa Karasu jî tê kirin.

Hate ragihandin ku hemû kesayet û aliyên siyasî yên ku ji aliyê PKKê ve ji bo merasîmê hatibûn vexwendin, ji Otela Aşûr ber bi gundê Casenê ve bi rê ketine. Niha tenê rojnamevan û medyakaranên Kurdistanî û cîhanî li otelê mane û li benda agahiyên derbarê pêvajoya dîrokî ya danîna çekan a PKKê de ne.

Li gorî zanyariyên ku peyamnêrê me bi dest xistine, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di nameyeke taybet de ji rojnamevanan re gotibû, dê wan bi otobusan veguhezînin cîhê diyarkirî yê nêzîkî merasîmê, lê heta niha ti otobus nehatine cem medyakaran.

Tê gotin ku di destpêkê de dê di navbera 33 û 44 endamên PKKê de di çarçoveya vê merasîmê de çekên xwe deynin. 

 
Fly Erbil Advertisment