Tom Barrack: Nakokî di navbera HSD û Şamê de berdewam dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack roja Înê 11'ê Tîrmehê ji Ajansa Associated Press (AP) re axivî û helwesta welatê xwe ya derbarê pêşeroja HSD û têkiliyên bi hikûmeta Şamê re aşkere kir.
Barrack diyar kir, di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSD'ê de li ser plana yekxistina hêzên wan nakokî hene û got: "Em dixwazin piştrast bin ku HSD di pêvajoya tevlîbûna hikûmeta Sûriyeyê de derfeteke birûmet bidest dixe, her wiha baweriya me ya temam bi Şamê heye."
Nûnerê Amerîkî amaje kir, HSD li bendê ye ku Amerîka piştgiriya wan bike, lê destnîşan kir ku "eger daxwazên wan ne mentiqî bin, Washington neçar nîne ku piştgiriyê bide wan."
Wî tekezî li ser wê yekê jî kir ku bi ti awayî rê nayê dayîn HSD "hikûmetekê di nav hikûmetekê de" ava bike. Tom Barrack her wiha eşkere kir, di danûstandinên di navbera Şam û Kurdên Rojavayê Kurdistanê de heta niha ti pêşketin çênebûye.
Rakirina cezayan û hebûna leşkerî
Derbarê rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê, Barrack da zanîn ku Serok Donald Trump bi vî pêngavî "mêrxasî nîşan daye" û derfeteke din daye rêveberiya Şamê.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Tom Barrack got, Amerîka ji bo vekişandina hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê lezê nake.