Mithat Sancar: Serok Barzanî her dem piştgirî da çareseriya siyasî

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Şanda Îmraliyê Mithat Sancar di hevpeyvîneke taybet de ji K24 re ragihand, Serok Mesûd Barzanî her dem piştgirî daye çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên siyasî û diyalogê. Sancar bal kişand ser pêwîstiya guhertineke destûrî li Tirkiyeyê ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd.

Mithat Sancar rola Serok Barzanî di pêvajoya aştiyê de bilind nirxand û got: "Bêguman Serok Barzanî her dem çareseriya vê pirsgirêkê bi rêyên siyasî, danûstandin û diyalogê xwastiye." Sancar her wiha behsa rola Serok Mam Celal jî kir û anî ziman ku ew jî ji sala 1993an ve xwedî heman helwestê bû.

Sancar tekez kir, piştgiriya ji herêmê, bi taybetî ji Başûrê Kurdistanê, gelekî girîng e, ji ber ku şerê çekdarî bandoreke neyînî li seranserê herêmê, bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Herwiha got: "Nîşandana piştgiriya wan, gelek binirx e."

Derbarê çareseriya mayînde ya ji bo pirsa Kurd li Tirkiyeyê de, Mithat Sancar bal kişand ser pêwîstiya destûreke nû û got: "Divê destûreke nû li Tirkiyeyê bê nivîsandin ku mafê Kurdan tê de parastî be."

Sancar diyar kir, dema zemîneya demokrasiyê û berfirehbûna azadiyan bibe rojeva sereke, wê demê derfet çêdibe ku destûreke nû li ser bingeheke saxlem were gengeşekirin. Li gor Sancar, di destûreke wiha de divê "mafên Kurdan, wekheviya hemû gelan û azadiya nasnameyan" were mîsogerkirin.

Ji bo nîşandana girîngiya rola Başûrê Kurdistanê di pêvajoyê de, Sancar amaje bi wê yekê kir, yek ji gavên girîng ên weke "danîna çekan" li Başûrê Kurdistanê, li nêzîkî Silêmaniyê pêk hatibû.

Hevpeyvîna tevahî ya ligel Mithat Sancar îşev saet 22:30an li ser ekrana Kurdistan24 tê weşandin.

 
 
Fly Erbil Advertisment