Balyozê Amerîkayê: Ji bo aloziya Siweydayê, em bi hemû aliyan re diaxivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack, derbarê pevçûnên dawî yên li parêzgeha Siweydayê ya Sûriyeyê de ragihand, ew ji ber pevçûnan nîgeran in û ji bo gihiştina encameke aştiyane, bi hemû aliyan re di nava danûstandinên çalak de ne.

Barrack li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" belav kir û tê de got: "Em bi awayekî çalak bi hemû pêkhateyên li Sûriyeyê re di têkiliyê de ne ji bo ku ber bi aramiyê û berdewamiya gotûbêjên pêkvejiyanê yên berhemdar ve biçin."

Diyar kir jî, pevçûnên li Siweydayê cihê nîgeraniyê ne û Amerîka hewl dide ji bo hemû aliyên têkildar – Durzî, eşîrên Bedo, hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Îsraîlî – bigihîje "encameke aştiyane û berfireh."

Barrack her wiha bal kişand ser astengiyên li pêşiya çareseriyê û got: "Rageşî, tevlihevî û pêwendiya ne-bibandor, ji bo misogerkirina pêkvejiyaneke aştiyane û biwêj a berjewendiyên her aliyekî, astenga herî mezin e."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Tom Barrack tekez kir, hewldanên wan didomin û got: "Em ji bo ku ber bi aramî û pêkvejiyanê ve biçin, bi hemû aliyan re di nava danûstandinên rasterast, çalak û berhemdar de ne."

 
Fly Erbil Advertisment