Şam binpêkirinên li dijî xelkê Siweydayê şermezar dike û soza lêpirsînê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de binpêkirinên li parêzgeha Siweydayê şermezar kirin û soza lêpirsînê û cezakirina berpirsan da.
Serokatiya Sûriyeyê îro, 16ê Tîrmehê daxuyaniyeke çapemeniyê derbarê rewşa parêzgeha Siweydayê de belav kir û tê de "binpêkirinên li dijî xelkê me" şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de, Serokatiya Sûriyeyê dibêje, ew bi "girîngiyeke mezin" li rewşê dinêrin û van kiryaran wekî "tevgerên tawanî û neyasayî yên ku ji tu aliyekî ve nayên qebûlkirin" binav dike.
Serokatiya Sûriyeyê tekez kir, ew ê bi awayekî tam "lêpirsînê li hemû bûyeran bikin û her aliyekî ku têkildar be, çi kes be, çi rêxistineke derve be, dê bê cezakirin."
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "karê pêşîne ya herî mezin a dewleta Sûriyeyê, parastina ewlehî û aramiya li seranserê Sûriyeyê ye" û soz hat dayîn ku "mafên xelkê me dê her tim parastî bin û em ê rê nedin ku tu alî bi ewlehî û aramiya wan bilîze."
Ev daxuyaniya hikûmeta Sûriyeyê di demekê de tê ku parêzgeha Siweydayê bûye qada şerekî dijwar. Ji roja Yekşemê, 13ê Tîrmehê ve, pevçûnên giran di navbera hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê û eşîrên Bedo ji aliyekî ve û komên çekdar ên Durzî yên herêmî ji aliyê din ve derketine.
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî, di encama şer û pevçûnan zêdeyî 250 kes hatine kuştin.