Sancar piştî civîna bi Wezîrê Dadê re: Hemû pirsgirêk dê li komîsyonê werin gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Şanda Îmraliyê Mîthat Sancar, piştî civîna bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re ragihand, hevdîtin "gelekî erênî" bûye û Wezîr piştgiriyeke tam nîşan daye.
Di çarçoveya gavên nû yên ji bo aştiyê de, şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro 16ê Tîrmeha 2025an, li Enqereyê hevdîtin bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re pêk anîn.
Endamê Şanda Îmraliyê Mîthat Sancar piştî civînê, naveroka hevdîtinê eşkere kir. Sancar hevdîtin wekî "gelekî erênî" bi nav kir û got ku ew ê di pêşerojê de karên girîng bên kirin.
Sancar di daxuyaniya xwe de tekezî li ser girîngiya zemîneya yasayî ya ji bo serkeftina prosesê kir û got: "Ji bo ku prose bi awayekî rast gav biavêje, em bigihîjin aştiyê û demokrasî pêk were, zemîneya yasayî ji bo vê qonaxê gelekî girîng e."
Da zanîn jî, Wezîrê Dadê piştgiriyeke tam ji bo vê mebestê nîşan daye û got, "Çiqas zemîneya yasayî ji bo prosesê were amadekirin, ewqas gihîştina encamê hêsantir dibe."
Derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û mijarên din ên girêdayî prosesê de, Sancar diyar kir ku ev pirs dê li komîsyona ku tê payîn were avakirin, werin nirxandin.
Sancar got: "Piştî ku komîsyon were avakirin, dê hemû mijarên taybet bi prosesê werin gotûbêjkirin. Komîsyon di serî de ji bo çareserkirina van hemû pirsan li parlamenê tê avakirin."
Di dawiyê de, Mîthat Sancar eşkere kir ku eger heye komîsyon vê hefteyê civîna xwe ya yekem lidar bixe.