Aydin Marûf: Neheqiyeke mezin li mûçexurên Herêma Kurdistanê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan got, “Em dê nivîsarekê ji her sê serokatiyên Iraqê re bişînin û dê tê de daxwaza sererastkirina wê neheqiyê bikin a ku li xelkê Herêma Kurdistanê tê kirin.”
Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf îro (Duşem, 21ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Hikûmeta Iraqê neheqiyeke mezin li beranberî mûçexurên Herêma Kurdistanê dike. Divê ew pirsgirêka mûçeyan di zûtirîn dem de çareser bikin û têkilî pirsgirêkên siyasî nekin.”
Aydin Marûf amaje jî da, “Nûnerên pêkhateyên neteweyî û olî dê bi awayekî fermî daxwazekê pêşkêşî Serokatiya Komarê, Serokatiya Encûmena Wezîran û Serokatiya Encûmena Nûneran bikin û tê de dê daxwaz bikin ku nabe mûçe têkilî pirsgirêkên siyasî bê kirin, ku mafekî destûrî û destpêkî yê mûçexurên Herêma Kurdistanê ye.”
Navbirî herwesa got, "Bi rêya Nivîsîngeha Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, em dê wê nivîsarê ji her sê serokatiyên Iraqê re bişînin, ku em wekî pêkhate û neteweyên Kurdistanê daxwaza sererastkirina wê neheqiyê dikin a ku li mûçexurên Herêma Kurdistanê tê kirin, ji ber ku tiştê ku wan kiriye li derveyî destûrî ye."
Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan tekez jî kir, “Tevî ku biryara Dadgeha Federal jî heye, ev siyaseteke dijminane ye li dijî xelkê Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.”