Bahçelî: Yek Kurd, yek jî Elewî bila du cîgirên Serokomarê Tirkiyeyê hebin

Stenbol (K24) – Serokê MHPê Dewlet Bahçelî dixwaze, bila Kurdek û Elewiyek du cîgirên Serokomarê Tirkiyeyê hebin. Ev pêşniyar çend roj in li Tirkiyeyê bi germî tê gotûbêjkirin û aliyên Kemalîst bi tundî li dijî vê pêşniyarê derdikevin û ditirsin ku Tirkiye bibe wekî Libnanê. Aliyên Kurd û Elewî jî baweriya xwe bi banga Bahçelî naynin û dixwazin mafên wan werin naskirin nek post bo wan werin destnîşankirin.

Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî radigihîne: “Yek Kurd yek jî Elewî bila du cîgirên Serokomarê Tirkiyeyê hebin.” Ev pêşniyar di siyaseta Tirkiyeyê de bi germî tê gengeşekirin bi taybet aliyên Kemalîst nerazîbûneka tûnd nîşan didin û di wê baweriyê de ne ku daxwaza Bahçelî dê Tirkiyeyê bike wekî Libnanê.

Aliyên Elewî her çend vê pêşniyarê bo gotûbêjkirina maf û daxwazên xwe biqedir bibînin jî li gor wan pirsgirêkên elewiyan bi destnîşankirina posteka pilebilind çareser nabe.

Çalakvanekî Elewiyan çareseriyê di welatîbûna wekhev de dibîne û dibêje, heke dewlet mafên Elewiyan nas bike, her pêwîst jî nake ku Elewiyek wekî Cîgirê Serokomar destnîşan bike.

Çalakvanê Elewî Sezgîn Kartal ji K24ê re got: “Divê hebûna Elewiyekî wekî Cîgirê Serokomarî ne sembolîk be. Bo me ya girîng ne ew e ku Parêzgarek, an jî Cîgirê Serokomar Elewî be na na. Em wekî Elewî post û pile naxwazin. Ji bo me ya girîng, radestkirina mafên me ne. Wekî mînak divê dewlet perestîşgehê me bi awayeke fermî nas bike. Divê dersên olî ne bi zorê me. Divê dewlet dest ji çêkirina mizgeftan li gundên elewiyan berde û li wan gundan meleyan erkdar neke. Divê dergahên elewiyan were radestkirin û divê dewlet ji ber komkujî û cûdakriyên li dijî Elewiyan hatiye kirin lêborîn bixwaze.”

Di kabîneya Serokomariya Tirkiyeyê de Cîgirê Serokomar Cewdet Yilmaz, Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Darayî û Gencîneyê Mihemed Şîmşek û li parlamentoyê jî dehan parlamenterên AK-Partiyê Kurd in.

Siyasetemedarekî Kurdistanî balê dikşîne ser wan navan û diyar dike ku, pirsa Kurdî ne bi postan bi naskirina mafan çareser dibe û çi bingeheka erenî ya banga Bahçelî niye.

Endamê Civata PWK’ê Mihemed Dortyaman dibêje: "Peyama Dewlet Bahçelî, bi rastî binê wê nehatiye tijîkirin û ka ew ê bi çi şêweyî bê meşandin ne diyar e. Yanî peyama wî, eger ji bo mafê miletê Kurd be, ji bo nasandina nasnameya wî be, mafê miletê Kurd bi ziman, bi çand, bi alayê bê pejirandin, belê erênî ye. Lê tenê ji bo gotinê be, ji bo tenê miletê Kurd dilê wî xweş bike û bike parçeyekî sîstemê, wiha vala ye. Pêvajo heta îro hatiye meşandin, bi rastî cihê tu hêviyê nade me. Yanî, dilê me rehet nake. Herdu alî jî tiştekî ji bo miletê Kurd naxwazin."

Elewî berî her tiştî dixwazin Mala Cem ku perestîşgehê wan e ji aliyê dewletê ve bi awayeke fermî were naskirin û xwendina dersên olî jî ne bi zorê be.

Kurd jî dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê û li bajarên xwe jî çi sîstema federalî çi bi sîstema xweseriyê ew bixwe bi rê ve bibin. Lê dewleta Tirkiyeyê heta niha jî bi rijdî li dijî van daxwazan derdikeve.

 

 
Fly Erbil Advertisment