Îranê pêşniyazeke nû ji bo bidawîanîna şer û vekirina Hurmizê da Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera "Axios" ragihand, Îranê bi navbeynkariya Pakistanê pêşniyazeke nû pêşkêşî Amerîkayê kiriye. Armanca pêşniyazê bidawîkirina şer û dubare vekirina Tengava Hurmuzê ye.

Li gorî nûçeya malpera "Axios" a ku ji zarê berpirsekî Amerîkî û du çavkaniyên agahdar hatî belavkirin, Îran dixwaze krîza heyî bi rêyeke nû çareser bike. Di pêşniyaza Îranê de tê xwastin ku danûstandinên atomî ji bo qonaxeke din werin paşxistin; di berdêla vê de Îran amade ye Tengava Hurmuzê veke, bi şertê ku Amerîka cezayên li ser benderên Îranê rake.

Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 26ê Nîsanê li "Odeya Operasyonan" ligel berpirsên paytebilind ên asayîşa neteweyî û siyaseta derve civîneke taybet encam bide. Mijara sereke ya civînê, nirxandina pêşniyaza nû ya Îranê û diyarkirina gavên bê yên Amerîkayê yên di vî şerî de ne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh di daxuyaniyekê de ji bo kanala "Fox News" dilniyayî dabû ku şerê ligel Îranê dê di demeke nêz de bidawî bibe. Trump got: "Ez bawer dikim ku şerê bi Îranê re dê pir zû bidawî bibe û em ê bi serkeftî jê derkevin."

Trump herwiha tekez kir, ew ê bi ti awayî rê nedin Îran bibe xwediyê çekê atomî û weha berdewam kir: "Nabe çeka wan a atomî hebe. Em ê di çarçoveya danûstandinan de dest deynin ser 'toza atomî' ya Îranê."

Serokê Amerîkayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser serokatiya Îranê û got ku hinek ji wan kesên ku ew pê re di têkiliyê de ne "aqilane" tevdigerin, lê hinek ji wan na. Trump hêvî xwast ku Îran bi "jîrane" tevbigere û deryê diyalogê vekirî hişt: "Heke Îran bixwaze biaxive, dikarin peywendiyê bi me re deynin."