Mesrûr Barzanî tekez li ser berdewamiya karkirina ajansên NY li Herêma Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê UNAMIyê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên girîng kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê UNAMIyê Mihemed Hesan kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje daye, "Di wê civînê de, dîtin û nerîn li ser pêşketinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê li hev hatin guhertin."
Behsa wê yekê jî hatiye di wê daxuyaniyê de kirin ku, "Mijara sereke ya wê civînê tekezkirina rêzgirtin û garantîkirina mafên destûrî û darayî yên xelkê Kurdistanê û serederîkirina bi Herêma Kurdistanê re bi awayekî dadperwerane û wekî qewareyeke destûrî û federalî bû.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihandiye, “Bidawîanîna êrîşên terorîstî yên li ser jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê û bicihanîna rêkarên qanûnî li beranberî êrîşkeran jî aliyekî mijare sereke ya wê civînê bû."
Her wê çavkaniyê eşkere jî kiriye, "Di pareke din a wê civînê de, tekez li ser girîngiya berdewamiya karkirina ajansên Neteweyên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê hat kirin.”