Human Rights Watch: Divê Hikûmeta Iraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistina Human Rights Watchê ragihand, “Êrîşên bi dronan ji aliyê komên milîşyayan ên neqanûnî ve li ser pênc zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê û rehînekirina mûçeyan mûçexuran zirareke cidî daye hilberîna enerjiyê û fermanberên Herêma Kurdistanê.”
Rêkxistina Human Rights Watchê îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) daxuyaniyek parve kir û tê de got, “Êrîşên bi dronan nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de dirêjtir dikin. Di çarçoveya van nakokiyan de, Bexdayê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê rawestandine.”
Rêkxistina navbirî tekez jî kir, “Divê rayedarên federal ên Iraq û Herêma Kurdistanê lidûçûnê ji bo êrîşên bi dronan bikin û nehêlin zêdetir êrîş li ser jêrxaneya enerjiyê bên kirin û ji dana mûçeyan bi tevahî û di dema xwe de piştrast bin.”
Wê rêkxistinê di daxuyaniyeke xwe de herwesa got, “Rawestandina mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve rasterast bandor li ser dabînkirina xizmetên giştî yên girîng hebûye, di nav de jî çavdêriya tenduristî û perwerde.”
Rêkxistina Human Rights Watchê amaje jî da ku, êrîşên bi dronan metirsiyê li ser jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê çê dikin û rasterast bandorê li elektrîkê dikin.
Rêkxistina navbirî tekez jî kir, “Divê ew bi niyeteke baş serederiyê bikin da ku mafên aborî, civakî û çandî yên şêniyan peyda bikin û herwesa serpişkiyê bidin dana mûçeyan da ku ji bidestxistina xizmetên giştî yên şêniyan piştrast bibin.”
Lêkolera Iraqê di Rêkxistina Human Rights Watchê de Sara Senber jî got, "Wêrankirina bi zanebûn a jêrxaneya petrolê dê bandoreke cidî û xeternak li ser bidestxistina xizmetên giştî yên şêniyên Herêma Kurdistanê ve bike. Bi hezaran mamoste, bijîşk û peristar nikarin xerciyên xwe yên rojane peyda bikin ji ber ku mûçeyên wan ji ber nakokiyên siyasî hatine rehînekirin."