Mihemed Hesan: Divê peymana Şingalê bê bicîhanîn

Mihemed Hesan
Mihemed Hesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê got, “Em dê hemî bizavan bikin ku da ku jîngeheke guncayî ji bo vegerandina awareyên Şingalê ji bo ser warê wan biafirînin.”

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Mihemed Hesan îro (Çarşem, 30ê Tîrmeha 2025ê) di konfranseke rojnamevanî de got, "Ez hêvî dikim ku rewşa awareyan di kampan de bi vî rengî berdewam nebe. Em dê hemî bizavan jî bikin ku wan vegerînin ser warê wan ji ber ku ev xwestek û hêviya wan e.”

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê herwesa ragihand, “Biryar e ku em mijara vegera awareyan ji bo ser warên wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) û hikûmeta federal re nîqaş bikin.”

Mihemed Hesan tekez jî kir ku, ti Iraqiyek razî nîne ku rewşa awareyan bi vî rengî berdewam be. Herwesa got, "Îro em bêtir li ser rewşa awareyan û dîtina çareseriyekê ji bo wan disekinin."

Navbirî di derheqa peymana Şingalê de jî amaje da, “Reşnivîsa wê peymanê bi niyeteke gelek baş hatiye nivîsîn û gelek pisporên navneteweyî jî tevlî wê bûne.”

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê eşkere jî kir, "Em hîn jî hêvî dikin ku ew peyman bê bicîhanîn û em dê hemî bizavan jî ji bo wê yekê bikin, lê ligel bicîhanîna wê peymanê, em dê bizavê bikin ku em rewşa xelkî li vê derê baştir bikin û jîngehekê ji bo wan biafirînin da ku wan vegerînin deverên wan.”

Bi çavdêriya Serokwezîrê Iraqê yê berê Mistefa Kazimî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê (KRG) Mesrûr Barzanî, peymana Şingalê li roja 9ê Cotmeha 2020ê li Bexdayê hat îmzekirin, ku ji çend xalên girêdayî asayîkirina îdarî, ewlehî û ji nû ve avakirina wê deverê pêk tê.

 
Fly Erbil Advertisment