Li çiyayên Akrê werzê çinîna simaqê ye: Cotkar bi berhem û bihayê wê dilxweş in

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Akrê, bi taybetî li Nahiya Dînartê û derdora Çiyayê Pîres, demsala çinîna simaqê dest pê kiriye. Cotkar û bazirganên herêmê didin zanîn ku îsal hem berhem zêde ye, hem jî qalîteya wê gelek baş e. Li gorî amarên fermî, li deverê nêzîkî 3 milyon û 500 hezar darên simaqê hene û tê pêşbînîkirin ku berhema îsal bigihîje ser 5 hezar tonî.

Nahiya Dînartê ya ser bi Akrê ve, weke warê berhemanîna simaqê yê navdar tê naskirin. Li geliyên asê û li palên Çiyayê Pîres, ev çend roj in cotkar mijûlî çinîn û komkirina berhemê xwe yê simaqê ne, ku yek ji berhemên serekî yên çandiniyê li herêmê ye.

Cotkarên deverê kêfxweşiya xwe bi berhemê îsal tînin ziman û diyar dikin ku berhema wan bi awayekî gelek baş gihîştiye û daxwazeke zêde li ser heye.

"Kalîteya îsal Gelek Baş e"

Cotkarên herêmê tekez dikin ku simaqa îsal ji her alî ve baş e. Yek ji cotkaran dibêje: "Elhemdulillah, îsal simaq baş e. Rengê û kalîteya wê baş e û li bazarê jî daxwazeke baş li ser heye."

Mihemed Elî Zubeyr, cotkarekî din ê ji herêmê, balê dikşîne ser kalîteya bilind a simaqa wan û dibêje: "Simaqa me a Çiyayê Pîres, gelekî baş e. Ji bo gelek nexweşiyan baş e." Ew amaje dike ku bihayê simaqa wan ji ber kalîteya wê, li bazarê ji simaqên deverên din bihatir e.

Bazar germ e û biha baş in

Ne tenê cotkar, bazirgan jî ji rewşa îsal razî ne. Mesûd Mihemed, ku bazirganiya simaqê dike, tekez dike: "Simaqa îsal zor baş e, hem bihayê wê hem jî rêjeya wê. Li gorî paqijî û kalîteya wê, kîloya wê li bazarê ji 3 hezarî heta 7 hezar dînaran tê firotin."

3.5 milyon dar û berhema 5 hezar tonî

Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiniyê ya Akrê, li deverê bi giştî 3 milyon û 500 hezar darên simaqê hene. Ev daran li ser rûberê 8,500 donim erd hatine çandin. Tê pêşbînîkirin ku berhema giştî ya îsal bigihîje ser 5,000 tonan.

Li herêmê bi giştî çar corên sereke yên simaqê tên çandin ku ew jî ev in: Simaqa Spî, Simaqa Sor, Balîkî û Kîfezer.

Simaq, ku berhemeke bi temamî xwezayî ye û bê bikaranîna madeyên kîmyewî şîn dibe, ji bo aboriya cotkarên devera çiyayî ya Akrê bûye jêdereke girîng a dahatê.

 
Fly Erbil Advertisment