Welatiyekî li Dihokê bi evîna ji dîrokê re, koşkeke folklorî ava kir

Dihok (K24) – Welatiyê ji bajarê Dihokê Seyaf Esaf bi hewldaneke kesane û evîneke kûr a ji bo dîrok û çanda Kurdî, li gundê xwe Qerqaravayê koşkeke taybet a folklorî ava kiriye û ew veguherandiye mûzexaneyeke biçûk a ku kelepora Kurdî diparêze.

Seyaf Esaf di vê koşkê de zêdetirî 300 kelûpel û berhemên antîke yên ji çar aliyên Kurdistanê kom kirine, ku dîroka hinek ji wan ji 200 salî zêdetir e.

Seyaf Esaf ji K24ê re da zanîn, avakirina vê koşkê xewneke wî ya kevn bû ku di sala 2022an de dest pê kiriye. Herwiha got: "Min her dem hez ji folklor û kelepora Kurdî dikir, bi taybetî ji alav û amûrên berê yên wekî cencer, destar û yên din. Ez fikirîm ku ez odeyekê yan cihekî taybet ji bo van kelûpelên kevn û antîke çêbikim. Ev xewn di havîna sala 2022an de dest pê kir û min karî bigihîjim armanca xwe."

Di nav koşkê de, ku navê "Koçka Folklorî" lê hatiye kirin, berhemên curbecur ên ku jiyana Kurdên berê nîşan didin, cih digirin. Gramafonên kevn, televîzyon û radoyên klasîk, cil û bergên bûkaniyê yên salên 70 û 80î, alavên rojane û gelek tiştên din ên ku bîranînên berê vedijînin, bi awayekî hunerî hatine rêzkirin.

Seyaf Esaf diyar kir, wî ev berhem ji gelek bajar û herêmên Kurdistanê wekî Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Diyarbekir û deverên din kom kirine. Her wiha got ku hinek ji van kelûpelên giranbuha wek diyarî ji aliyê heval û nasan ve pêşkêşî wî hatine kirin.

Armanca Seyaf Esaf ew e ku ev koşk ne tenê bibe cihê parastina dîrokê, lê herwiha bibe çavkaniyek ji bo nifşên nû da ku bi kelepor û çanda dewlemend a bav û kalên xwe aşina bibin.