Leyla Remezan dahata tabloyên xwe yên muzaîkê pêşkêşî nexweşan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd Leyla Remezan, xwediya branda "Lilo Barzanî", ev nêzîkî çar salan e bi awayekî profesyonel mijûlî karê hunerê muzaîkê (Mosaic Art) ye. Navbirî xwedana 16 berhemên hunerî yên hêja ye û dahata firotina tabloyên xwe bo nexweşan û kesên hewcedar terxan dike.
Hunermend Leyla Remezan di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê ragihand ku çêkirina her tabloyeke muzaîkê ked û demeke gelek zêde dixwaze. Wê got: "Min çar mehan heta salekê li ser her tabloyeka xwe kar kiriye. Tabloyên biçûk, ez çar mehan pê ve mijûl dibim. Herwesa xebata wan bi seetan e; hinek berhemên min hene ku ji sed seetan heta hezar û 900 seetan kar li ser hatiye kirin."
Di derheqa keresteyên ku di karê xwe de bi kar tîne, Leyla Remezan eşkere kir ku ew karekî gelek bizehmet e û ragihand: "Min li destpêkê kaşiyên melevangehan bi kar tînan, lê paşê min tîfanî gilas (Tiffany Glass) bi kar înan daku kalitî û bedewiya berheman bilindtir bibe."
Wê hunermendê tekez jî kir ku keda mezin a li ser van tabloyan, nirxê wan li ser asta cîhanê jî bilind dike. wê eşkere jî kir: "Bihayên tabloyên min bilind in ji ber ku ev karekê gelek gelek bizehmet e. Bihayên wan li hemî cîhanê jî bilind in û bihayê her yek ji wan ji 10 hezar dolaran dest pê dike."
Li ser armanca amadekirina van berheman di pêşangehê de, xwediya branda Lilo Barzanî amaje da ku peyama wê ya mirovî heye û got: "Her tabloyeke ku ez di vê pêşangehê de bifiroşim, ez dê wî pereyî bo nexweş û kesên pêdivî pêşkêş bikim daku bibim alîkar bo çareserkirina arêşeyên wan."