Li Akrê berhemanîna pîvazan ji 70 hezar tonan derbaz dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Berhemanîna pîvazan li kerta Çandinê ya Akrê bi tomarkirina hejmareka pîvankî ya nû pêşveçûneka berçav tomar dike. Rêveberiya Çandinê ya Akrê ron kir ku îsal 7 hezar donim erdî bo çandina pîvazan tên terxankirin û tê payîn ku piştî derbazbûna şeş mehan di ser proseya Çandinê re, tevaya berhemî ji 70 hezar tonan derbaz bibe.
Ev pêşveçûn di demekê de ye ku cotkarên deverê bi rêya bikaranîna amûrên pêşketî yên çandinê dest bi çandina berfireh a pîvazan kiriye. Cotkar Newzad Nîmet ji Kurdistan24ê re ragihand ku îsal ji ber guncana keşuhewayê wan plan bo zêdekirina qada çandinê daniye, ji ber ku li gorî sala borî ku barana zêde bandoreka neyînî li ser wî berhemî kiribû, îsal rewş ji bo cotkaran baştir e.
Cotkar Fethî Îsmaîl jî ron kir ku sala borî bihayê pîvazan li sûkê guncayî bû, ev yek bû sedem ku ji bo îsal qadên zêdetir ji bo çandinê bên terxankirin. Bi gotina cotkarên deverê, derketina ewran û barîna barana navbicî hîvî û dilxweşiyeka zêde ji bo wan vegerandiye daku berhemekî baştir bi dest bixin.
Di derheqa sedemên vê bilindbûnê de jî, Berpirsê Pişka Amar û Plandanînê li Rêveberiya Çandinê ya Akrê Eslan Husên tekez kir ku piştevaniya rasterast a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinê bo peydakirina bazaran sedema serekî ya paldana cotkaran e.
Eslan Husên ron jî kir ku ji ber wan piştgiriyan, deriyê bazarên parêzgehên naverast û başûrên Îraqê li ber berhemên Herêma Kurdistanê hatine vekirin. Li gorî datayên wê rêveberiyê, berhema pîvazan bi her du cûnên spî û sor, piştî gehandina wan di şeş mehên pêş de dê bo bazarên tên şandin.