Bi beşdariya sedan werzişvanan li Bamernê Marasona Aştiyê birêve çû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Bamernê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, bi beşdariya zêdetirî 600 werzişvanan ji seranserê Herêma Kurdistan û Iraqê, yekemîn Marasona Nav Sirûştê hat lidarxistin. Ev çalakî wek peyameke aştiyê û vejandina jiyanê li deverên sînorî tê dîtin ku bi salan di bin siya şer û pevçûnan de mabûn.
Nahiyeya Bamernê ku bi sirûşta xwe ya ciwan û dilkêş, kelehên dîrokî û keşûhewayê xwe yê hênik tê naskirin, bi salan e ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de rastî bêaramî û koçberiyê hatibû. Li gorî amarên fermî, li tevahiya qezaya Amêdiyê, ji 358 gundan, 205 gund ji ber vî şerî vala bûne.
Lê belê, ragihandina pêvajoya aştiyê û rawestandina şer, hêviyeke nû di dilê xelkê herêmê de çandiye ji bo vegera li ser warên xwe û geşkirina deverê di warê geştiyarî û çandiniyê de.
Welatiyên deverê vê çalakiya werzişî, wek nîşaneya vegera jiyanê dibînin. Mihemed Rejeb, yek ji welatiyên deverê ye dibêje: "Piştî ku çek hatin danîn, ev peyameke aştiyê ye. Devera me aram bûye û xelk rehet bûye."
Welatiyekî din ê herêmê, Kerîm Bamernî diyar dike ku berê ji ber şer kes nedikarî serdana deverê bike, lê niha bi saya aramiyê, xelk ji Bexda, Silêmanî û başûrê Iraqê jî tên. Ew dibêje: "Ev nîşana ewlehiyê ye. Eger aramî nebûya, kes nedihate vir."
Rêkxerekî çalakiyê jî da zanîn ku ev marason ji çalakiyên berê cuda ye û got: "Pêvajoya aştiyê derfeteke mezin e. Ev marason dê bibe deriyek ku em karibin çalakiyên bi vî rengî li hemû deverên Kurdistanê yên xwedî sirûşta ciwan berdewam bikin."
Lidarxistina Marasona Bamernê ne tenê çalakiyeke werzişî bû, lê di heman demê de peyameke xurt bû ku nîşan dide aşitî û aramî dikarin çawa deriyan li ber geşepêdan, avadanî û vegera jiyanê li deverên herî zehmet vekin.